Jiyan

Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê rêya 92 cih û waran girtî ye

Yılmaz Kazandioğlu, Sayim Harmancı, Şener Toktaş, Orhan Alca, İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 22.01.2026 - Rojanekırın : 22.01.2026
Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê rêya 92 cih û waran girtî ye Orhan Alca

Van

 Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê rêya 92 cih û waran hat girtin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber berf û bagerê li tevahiya bajêr rêya 52 cih û waran girtî ye.

Ekîbên berfê xebatên xwe yên vekirina rêyan didomînin.

- Hekarî

Li gorî agahiya ji Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hat wergirtin, ji 51 cih û warên ku rêya wan ji ber berfê hat girtin, 50 jê bi xebatên ekîban rêya wan vebû.

Li navçeya Hekariyê ji ber rîska şepeyê ekîbên di rê da xebat nemeşandin, di hin guzergehan da xebatên rêfirehkirinê didomînin.

Li bajêr germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da daket heya 13 pileyan û şembelûk bi baniyan va daliqîn, cihên avî qerimîn.

- Bidlîs

Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Umît Kurtkan diyar kir ku ji ber berf û bagerê rêya 14 gundan hat girtin.

Kurtkan destnîşan kir, ji bo ku welatî mexdûr nebin ekîb xebatên xwe didomînin.

- Mûş

Li Mûşê jî piştî ketina berfê, di çûn û hatinê da tengasî çêbûn.

Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Şeyhmus Yentur diyar kir ku li bajêr ji ber berf û bagerê rêya 25 gundan hat girtin.

Yentur bal kişand ku ji bo vekirina rêyên girtî, ekîb li qadê şev û roj dixebitin.

Li bajêr piştî ketina berfê, bi tesîra seqemê baniyan şembelûk girtin, daran qiravî girt.

Her wiha hin şêniyên bajêr jî ji ber sir û seqemê wesayîtên xwe bi cilikan nixumandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın