Jiyan

Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê rêya 59 cî û waran girtiye

Orhan Sağlam, Sabri Yıldırım, Sayim Harmancı, Berfin Sidar Aşit, Sedat Gümüş  | 17.01.2026 - Rojanekırın : 17.01.2026
Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê rêya 59 cî û waran girtiye

Van

 Li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê ji ber şert û mercên hewayê rêya 59 cî û waran hat girtin.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji ber berf û pûkê li tevahiya bajêr rêya 42 cî û waran hat girtin.

Ekîbên têkoşîna dijî berfê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

- Mûş

Li Mûşê li tevahiya bajêr piştî barîna berfê rêya 11 gundan hat girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo ku rê ji nû va bên vekirin bênavber xebatên xwe didomînin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur got ku li cihên bilind û gundewar car carna xebat dijwar dibin.

Yentur got xebatên wan dewam dikin û da zanîn ku dê di demeke kurt da rêyên girtî vekin.

- Hekarî/Bidlîs

Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a Bajêr a Hekariyê hatin hildan ji ber şert û mercên hewaya nebaş li tevahiya bajêr rêya 3 gund û mezrayekê hat girtin.

Ekîb ji ber xetereya şepeyê nikarin li van rêyan bixebitin û li hin guzergehan xebatên firehkirina rê didomînin.

Li Bidlîsê bo vekirina rêya 2 gundên ku ji ber berfê hatine girtin xebat dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın