Jiyan

Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê rêyên 225 tax û gundan ji ber berfê hatin girtin

Emre Ilıkan, Servet Taşdemir, İbrahim Yaldız, Ömer Varlık, Hikmet Temeş, Sayim Harmancı, Şener Toktaş  | 11.01.2026 - Rojanekırın : 11.01.2026
Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê rêyên 225 tax û gundan ji ber berfê hatin girtin Hüseyin Demirci

Van

Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê rêyên 225 tax û gundan ji ber berfê û hewaya nebaş hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, berf û bagerê rêyên 127 cî û waran girt.

Ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin, Temîrkirin û Kontrolkirina Rêyan ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.

- Bidlîs

Li Bidlîsê ji ber berfê rêyên 22 gundan ji hatin û çûyînê ra hatin girtin.

Midûrê Xizmetên Rê û Veguhastinê yê Rêvebiriya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir ku berfê rêyên 111 gundan girtiye ku ji wan 89 hatin vekirin.

Kurtkan daxuyand ji bo ku welatî tengasiyê nekşînin ew ê rêyên 22 gundan jî vekin.

Ekîbên rêbeja û şaredariyê berfê paqij dikin û xoyê direşînin.

Li navçeya Tetwanê jî ekîb berfa li navendê bi kamyonan li bar dikin û dibin dervayî bajêr.

- Mûş

Li Mûşê piştî barîna berfê ya zêde, ekîbên Rêveberiya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên gundan xebatên xwe didomînin.

Ji 142 rêyên gundan ên ku ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş hatine girtin, jê 109 hatin vekirin, li ser 33 rêyên mayî jî xebat dewam dikin.

Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir ku qalindahiya berfê li navenda bajêr ji 110 santîmêtroyan û li cihên bilind jî ji mêtro û nîvekê derbas bûye.

Yentur daxuyand ku xebatên paqijkirina berfê bi 110 xebatkar û 68 makîneyên kar va têne kirin, ekîb bi şev û roj dixebitin da ku di hatin û çûyînê da tengasî çênebe.

- Hekarî

Li gorî agahiyên Rêveberiya Taybet a Bajêr, ji ber berfa zêde ya rojek berê li Hekariyê rêyên 353 tax û gundan hatin girtin, jê 310 bi saya hewldana ekîban hatin vekirin.

Ekîb ji bo vekirina 43 rêyên girtî yên mayî xebatên xwe didomînin.

Ekîbên rêbeja û şaredariyê berfê paqij dikin.

Alîkarê Walî û Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Bajêr Cuneyt Zor çû serdana şantiyeya Mala Lênêrînê ya Gundê Akçaliyê.

Zor bi rayedarên ku li herêmê xebatên paqijkirina berfê dikin ra civiya û ji bo hewildanên wan spasiya xebatkaran kir.

Zor paşê xebatên paqijkirina berfê yên li gundê Çaltikuru û koma rêyên gundan temaşe kir û got ji bo welatî di hatin û çûyînê da zehmetiyan nekişînin ev xebat gelekî girîng in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın