Li Wan, Bedlîs û Hekariyê ji ber berfê hin rê hatine girtin
Van
Li Wan, Bedlîs û Hekariyê ji ber berfê 25 rê hatine girtin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê, ji ber berf û bagerê, li bajêr niha rêya 2 cî û waran hatiye girtin.
Li Hekariyê ji ber berfê rêyên girtî hene.
Li gor agahiyên Îdareya Taybet ya Hekariyê li bajêr rêya 22 cî û waran hatiye girtin.
Li Bedlîsê jî ji ber berf û bagerê rêya gundekî hatiye girtin.
Ekîb li bajarên navborî xebatên paqijkirina berfê didomînin.
