Özkan Bilgin,Sayim Harmancı
11 Sibat 2025•Rojanekirin: 20 Sibat 2025
Li Wan û Hekariyê ji ber serma û seqemê qeşa ket û qiravî çêbû.
Serma û seqema li Edremîta navçeya Wanê bandoreke neyênî li ser jiyana rojane dike.
Rûberê baxçeyên mêweyan a li taxa Koprulerê ya ku ava avdaniyê tê ra derbas dibe qeşa girt.
Welatiyên ku li baxçeyên xwe nerîn şaş û metel man.
Gurkan Bilginê yek ji xwediyê baxçeyan anî ziman ku tevî ku demsal zuwa ye, serma û seqem didome.
Bilgin got, "Serma didome. Baxçeyê me bi temamî qeşa girt. Înşele darên mêweyan zirarê nabînin."
Îrfan Baydur jî got, "Em sibehê ji xew şiyar bûn me dît ku baxçeyên me bi qeşayê nixumiye, em şaş û metel man. Rastî îsal gelekî berf nehat lêbelê serma heye. Ava ku me dida ser baxçeyan qeşa girt."
- Dar û beran qiravî girt
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê serma û seqem bandora xwe didomîne.
Li navçeya ku germahiya hewayê bi qasî 20 pileyan lê daket binê sifirê qadên avî qerisîn, li ser banan şembelîlk çêbûn.
Ji ber sermaya ku berdewam e dar û beran qiravî girt.