Li Wan û Bidlîsê rêya 156 wargehan hat vekirin
Li Wan û Bidlîsê ji ber berf û bagerê rêya 168 wargehan hat girtin û ji wan rêya 156 ciyan hat vekirin.

Van
Li Wan û Bidlîsê ji ber berf û bagerê rêya 168 wargehan hat girtin û ji wan rêya 156 ciyan hat vekirin.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat diyarkirin ku ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêya 143 wargehan xebatên xwe dimeşînin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ekîbên ji 30 kesî pêk tên rêya 135 wargehan vekirin, ji ber rewşa hewayê rêya 4 wargehên Gurpinarê, 4 wargehên Başqeleyê hê girtî ne.
Hat destnîşankirin ku ji bo vekirina 8 taxan xebat dewam dikin.
- Bidlîs
Umît Kurtkanê Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bidlîsê diyar kir ku ji ber berfê rêya 25 gundan hatibû girtin ji wan rêya 21 heban hat vekirin.
Kurtkan destnîşan kir ku ji bo vekirina 4 gundan xebat dewam dikin.
- Mûş
Li ciyên bilind ên Mûşê jî ji ber berfê û hewaya sar welatî tengasiyê dikişînin. Li gundên çîl û spî bûne welatî ligel zor û zihmetiyê jiyana xwe didomînin.
Jinên li Yeralana gundê li ser navendê ligel sermayê şebeqê zû radibin tendûrên xwe dadidin û nan li tendûrê dixin.
Mêr jî berfê pêpes dikin û li ser berfê heywanên xwe alif dikin, zarok bi berfê dilîzin û bi xizangan xwe dişiqitînin.
- Hişyariya cemedê
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat gotin ku hewayê ewrsayî be dibe ku berdestê sibê û bi şev erd bicemide, mij bikeve û ouk rabe.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Hekarî û Bidlîsê 1, li Wan û Mûşê 2 pile be.
Li Bazîda navçeya Agiriyê rêya 30 gundan ji ber berfê hat girtin, lê piştî xebateke du rojan a bênavber rê hatin vekirin.Li navçeyê cihên bilind demeke berf dibare û bager çêdibe. Ji ber berf û bagerê rêya gundan ên hatibûn girtin, bi saya tîman hat vekirin.
Tîmên Îdareya Taybet a Navçeyê ya Bazîdê bi 7 makîneyên kar va du rojan xebitîn û rêya 30 gundan vekirin.
Operatorê makîneya kar Fecrî Bayram ji nûçegihanê AAyê ra got zivistan li gundên çiyayê zehmettir derbas dibe, rê ji ber berfê tên girtin.
Bayram got qalindahiya berfê li van gundan gihîştiye 50 santîmêtroyan û wiha dewam kir, "Du roj in em bi hevalên xwe ra dixebitin rêyan vekin. Piştî me wezîfeya xwe temam kir emê bi dilekî rehet vegerin malên xwe."
Husnu Turanê li gundê Yiginçalê dijî jî spasiya tîman, qaymeqam û dewletê kir ku rêya gundê wan hat vekirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.