Nihat Kavşut
06 Gulan 2017•Rojanekirin: 09 Gulan 2017
VAN
Xidirelleza ku tê bawerkirin di vê rojê da Xizir û Îlyas Pêxember digihêjin hev li Wanê hat pîrozkirin.
Welatiyên ji Wanê li ser Çemê Akkopriyê kom bûn û niyet û daxwazên xwe li ser kaxezan nivîsandin û avêtin avê.

Welatiyan heta ber destê sibehê find û mûm vêxistin û niyet û daxwazên xwe bi kevir û daran va li keviya çêm xêz kirin.
Di Xidirellezê da welatî ji bo niyet û diayên wan bên qebûlkirin 7 caran ji ser pireyê ra derbas bûn.

Ji welatiyan Latîfe Çiçekê destnîşan kir ji bo Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî dia kiriye û wiha got: "20 sal e ji bo pîrozkirina Xidirellezê têm Akkopriyê. Min ji bo zarokên xwe dia kir."
Aydin Adiyan jî destnîşan kir li gor baweriyê îşev Xizir û Îlyas Pêxember tên hewara kesên hewcedar.

Adiyan diyar kir xelk niyet û diayên xwe ji bo bigihêjin Xwedê diavêjin çêm û got min jî ji bo li bajêr hizûr û aramî çêbe dia kir.