Li Wanê parsekek hat girtin û ji ser lê 75 hezar û 950 lîre hat girtin

Van
Li Wanê ekîbên zabîteyê parsekek girtin û pê ra 75 hezar û 950 lîre hat dîtin.
Ekîbên Serokatiya Daîreya Zabîteyê ya Şaredariya Bajarê Mezin li dijî parsekên ku hestên manewîyên welatiyan îstismar dikin, operasyon dan destpêkirin.
Ekîban li nava bazarê kesekî ku pars dikir girtin û birin avahiya xizmetguzariyê ya şaredariyê.
Di lêgerîna baxil û bêrîkên parsekî da 75 hezar û 950 lîre pere hat dîtin. Ekîban pere desteser kir û derbarê wî kesî karûbarê edlî dan destpêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.