Jiyan

Li Wanê otobêsa rêwiyan a ku seferê dikir di rê da şewitî

Muhammed Onur Yavrutürk  | 08.09.2025 - Rojanekırın : 08.09.2025
Li Wanê otobêsa rêwiyan a ku seferê dikir di rê da şewitî Muhammed Onur Yavrutürk

Van

Li Tuşbaya navçeya Wanê şewata di otobêsa rêwiyan a ku sefer dikir da derket, hat vemirandin.

Otobêsa ku şofêrê wê Burhan Laçîn û plaqeya wê 34 DF 4270 a ji Stenbolê hat Wanê dema gihîşt li Taxa Çolpanê di motora wê da şewat derket.

Şofêr Laçîn otobês li kêleka rê da sekinandin, rêwiyan peya kir û caw da ekîban.

Ekîbên Amirtiya Koma Agirkujê ya Muradiyeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatin cihê bûyerê û şewat vemirandin.

Otobês bi tevahî şewitî ku êdî nikare bê bikaranîn.

Rêwî bi otobêseke din hatin şandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın