Jiyan

Li Wanê nexweşa felc bi sepana "botoksê" ji janên xwe xilas bû

Bahar Tanrıtanır  | 02.09.2025 - Rojanekırın : 03.09.2025
Li Wanê nexweşa felc bi sepana "botoksê" ji janên xwe xilas bû Bahar Tanrıtanır

Van

Li Wanê nexweşa felc Nursedef Tanritanir bi sepana Botulinum toksinê (botoks) a ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê tê cîbicîkirin, ji janên xwe xilas bû.

Tanritanira 34 salî ku beriya nuha bi 16 salan nexweş ket û felc ma, bi gazina tevizîn û hişkiya masolkeyan serî li Polîkilînîka Norolojî ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê da.

Nexweşa navborî bi saya sepana Botulinum toksinê ya Pisporê Norolojiyê Dr. Muhammet Okay Orun û ekîba wî ji janên xwe pa bû.

Orun ji nûçegihanê AAyê ra got ku dermankirina ku li nexweş hatiye kirin di nav gel da wekî "botoksa çîpan" tê zanîn.

Orun diyar kir ku ev sepan bi salan e wekî rêbazeke bijîşkî di nexweşiyên norolojîk da tê bikar anîn û got, "Ev di nav gel da wekî 'botoksa çîpan' tê zanîn lêbelê ya ku em jê ra dibêjin botulinum toksin sepaneke dermanê ye. Me demek dirêj berî qada kozmetîkê ji bo armancên bijîşkî dest bi karanîna vê sepanê kir. Ew rêbazeke dermankirinê ya bi bandor e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın