Li Wanê li taxên ku stûriya berfê ji 2 metreyan derbas bûye zivistan dijwar derbas dibe
Li navçeya Çataxê li taxên gundewarê yên mal û gom di bin berfê da mane, welatî ji aliyekî va heywanên xwe xwedî dikin û ji aliyekî va jî hewl didin jiyana xwe ya rojane bidomînin
Van
Li parêzgeha Wanê li cihên raqimbilind, bi barîna berfa ku ji serê salê û vir va didome, stûriya berfê cih cihî gihîştiye 2 metreyan û ji ber vê jî welatî di nav zehmetiyê da dijîn.
Li navçeya Çataxê ya ku li gundewarê wê di sersalê da ji ber şepeyê welatiyek mir, zivistan dijwar derbas dibe.
Li navçeyê li taxên gundewarê yên mal, gom û tewle di bin berfê da mane, welatî ji aliyekî va heywanên xwe xwedî dikin û ji aliyekî va jî hewl didin jiyana xwe ya rojane bidomînin.
Şêniyên deverê li hin cihan adeta tunelê vedikin û wisa xwe digihînin gomê û hin welatî jî ji bo ku biçin muştemilata avahiyê, bi saetan berfê diavêjin.
Welatî her wiha ji hêlekê va jî bi lingan berfê dikutin û pezê xwe li ser dirûngeyê alif dikin.
Ebubekir Elitaşê şêniyê Taxa Elmaciyê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku zivistana îsal pir zehmet derbas dibe.
Elitaş bal kişand ku li du hêlên taxê jî şepe ket û bi metreyan berf bariye û wiha dewam kir, "Derketina ji vir ne pêkan e. Em hew di mal da rûdinên, sobeya xwe vêdixin, nav û çaya xwe dixwin û ji xwe ra têlevîzyonê temaşe dikin. Ji 2003yan û vir va me zivistaneke bi vî rengî nedîtibû."
Hunsu û Kemal Tucî jî bal kişandin ku îsal berf pir bariye, şert û mercên jiyanê li wan pir giran bûne û ew tunelan vedikin û bi wî awayî ajalan derdixin derva.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
