Jiyan

Li Wanê ji ber şepeyê rêya Çatax û Perwariyê hat girtin

Sedat Gümüş, Emre Ilıkan  | 20.03.2024 - Rojanekırın : 21.03.2024
Li Wanê ji ber şepeyê rêya Çatax û Perwariyê hat girtin

Van

 Li Wanê ji ber şepeyê rêbeja Çatax û Perwariyê ji hatin û çûyînê ra hat girtin.

Li nêzî Taxa Kaçîtê ya ku 15 kîlomêtro dûrî navçeya Çataxê ye, danê êvarê berf barî.

Ji ber berfê rêbeja Çatax û Perwariyê hat girtin.

Makîneyên kar çûn herêmê lê ji ber talûkeya şepeyê xebat nehat destpêkirin.

Şaredarê Çataxê Abdurrahman Şeylanê ku ji ziyareta taxê vedigeriya jî ji ber ku şepe ket di rê da ma.

Şeylan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: "Dema ku em ji serdanên taxan vedigeriyan li ser rêya Çatax-Perwariyê berf barî. Ji ber ku xetereya şepeyê dewam dike xebat nehat kirin. Me wesayîtên xwe li ser rê hîştin û em mecbur peyatî vegeriyan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın