Li Wanê gola cemedê ya ser 3 hezar û 200 raqimî mazûvaniya siruşthezan dike

Van
Li Gurpinara navçeya Wanê Gola Çalyanê ku li ser 3 hezar û 200 raqimî ye, bi germbûna hewayê ra bû pêgeha siruşthezan.
Gola cemedê 80 kîlomêtre dûrî Wanê ye û dikeve ser sînorê Wan û Şirnexê. Cemeda nava golê û berfa ser cemedê venahele û gol bi vî dîmenê xwe va bala ziyaretvanên xwe dikişîne.
Bi germbûna hewayê ra şêniyên bajêr û siruşthezên ku ji bajarên cuda hatine, çûn herêma golê.
40 siruşthezên endamên Kulûba Werzişên Siruşta Gelî jî piştî rêwîtiyeke zor û zehmet derketin herêma golê û li herêmê geriyan û wêne-dîmenên siruştê kişandin.
Siruşthezan di golê da avjenî jî kir û paşê li dora golê govend gerandin.
Mahmut Çelîkê ku rêbertiya siruşthezan kir, ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew seba dîtina xweşikahiyên herêmê bi grûbeke 40 kesî ra hatin zozanê.
Çelîk daxuyand ku di vê demsalê da gelek kes eleqeyê nîşanî golê û derdora wê didin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.