Jiyan

Li Wanê armanc zêdekirina têjikên pişîkên Wanê yên cins e

Yılmaz Kazandioğlu  | 17.02.2026 - Rojanekırın : 24.02.2026
Li Wanê armanc zêdekirina têjikên pişîkên Wanê yên cins e Özkan Bilgin

Van

 Li Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Pişîka Wanê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê (YYU) ji bo parastina cisnê pişîkên Wanê û zêdekirina jimara têjikên wan ên bi esl xebat tên kirin.

Pişîkên Wanê bi rêveçûna xwe va dişibin şêran, dêla wan gij e û rengê her du çavên wan ji hev cudatir in. Ev pişîk bi van taybetiyên xwe va derdikeve pêş û ji nirxên herî girîng ên bajêr yek e.

Ji bo pişîka Wanê di nava kampusa zanîngehê da "Vîllaya Pişîkan" hatiye çêkirin û pişîk li vê derê tên parastin, ji bo ku cisnê wan xerab nebe û li hev werin zêdekirin, xebatên hûr û kûr tên kirin.

Midûrê Navendê Prof. Dr. Abdullah Kaya diyar kir ku 34 sal in ew wekî navend li ser parastina pişîkên Wanê dixebitin û wiha dewam kir, "Ji bo sezona nû ya terikîna pişîkan amadehiyên aşî, xwarin û vexwarin û tenduristiyê dewam dikin, ber bi dawiya nîsanê va pişîk dest pê dikin û diterikin.

Par li navendê 120 têjik bûne û ji wan jimara têjikên ku rengê çavên wan ji hev cudatir in 15 ne, armanc ew e ku îsal jî li hev zêde bibin û populasyona wan zêdetir bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.