Li Tunceliyê otomobîl welgeriya şarampolê û ajokar birîndar bû

Tunceli
Li Tunceliyê otomobîl welgeriya şarampolê û di encamê da ajokarê wê birîndar bû.
Otomobîla plaqe 34 CBG 082 ya ajokarê wê Ali K. bû, li ser rêbejaya Tuncelî-Ovacixê li tanga Pilvenkê ji kontrolê derket û welgeriya şarampolê.
Li ser agahdarkirinê ekîbên AFAD, tenduristî, îtfaiye û cendirmeyê bo cihê qezayê hatin verêkirin.
Bi xebata ekîban ajokarê birîndar ji wesayîtê hat derxistin û bi ambulansê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê hat veguhestin.
Diyar bû ku xetere li ser jiyana ajokar tuneye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.