Jiyan

Li Tunceliyê ji ber şert û mercên hewaya nebaş dibistan ji bo sibê hatin tetîlkirin

Sidar Can Eren  | 08.01.2026 - Rojanekırın : 08.01.2026
Li Tunceliyê ji ber şert û mercên hewaya nebaş dibistan ji bo sibê hatin tetîlkirin

Tunceli

Li Tunceliyê ji ber xetereya berf û cemedê dibistan ji bo sibê hatin tetîlkirin.

Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku li gor nirxandinên meteorolojîk li bajêr di bi şev pê va berfa gur bibare û xetereya cemedê tê payîn.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di vê çarçoveyê da tevdîrên cihê hatin hildan û hat gotin ku "9ê rêbendanê roja înê li tevahiya bajarê me hemû saziyên perwerdeyê yên fermî û taybet (ji xeynî zanîngehan) ji bo rojekî navber dan perwerdeyê."

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku astengdar, ducaniyên li saziyên kamuyê dixebitin û xebatkarên jin ên ku zarokên wan ên li pêşdibistan û kreşan dewam dikin hene jî bi îzna idarî hatin hesibandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın