Jiyan

Li Tunceliyê gundî berfa ser xaniyên xwe diavêjin û bangêran dikin

Sidar Can Eren  | 30.01.2026 - Rojanekırın : 30.01.2026
Li Tunceliyê gundî berfa ser xaniyên xwe diavêjin û bangêran dikin Sidar Can Eren

Tunceli

 Li Ovacixa navçeya Tunceliyê gundî berfa ser xaniyên xwe diavêjin û bangêran dikin.

Li Ovacixa ku li bilindahiya hezar û 500 metreyan e û bi çiyayên bilind dorpêçkirî ye, şert û mercên zivistanê yên dijwar jiyanê dijwar dikin.

Gundiyên ku li malên bi mîmariya herêmî hatine çêkirin li herêmê dijîn, di rojên ku berf zêde dibare da jî zehmetiyan dikişînin.

Gundî rojane li ser banên xanî, tewle û gomên gihayan dixebitin û bêran bi kar tînin ku li herêmê jê ra "xûyî" tê gotin da ku berfê perçe bikin û bavêjin xwarê.

Welatî ji ber ku berf zêde dibare berfa ser xaniyên xwe diavêjin û ji bo dilop nekin xaniyên xwe bangêran dikin.

Murat Sarigulê niştecihê navçeyê ji nûçegihanê AAyê ra got ku berfê jiyana li Ovacixê dijwar kiriye.

Alî Suzgunê diyar kir ku ew bi xwedîkirina heywanan ra mijûl dibe û got ku şert û mercên zivistanê karê wî zêde dike.

Alî Kadîr Girgîn destnîşan kir ku berfa ku carinan zêde ye, zehmetiyan bi xwe ra tîne.

Zeynep Guçluyê destnîşan kir ku paqijkirina berfê li malên bi banên axê zehmet û dijwar e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın