Li Tunceliyê dîmenê kûzeyê ku di nava rojê da marek girtiye hat kişandin

Tunceli
Li Tunceliyê dema kûzeyek di nava rojê da marekî digire û hildikişe ser zinaran, bi kameraya telefonê dîmenê wê hat kişandin.
Omer Tanişê ku li bajêr weke hobiyê fotografgeriyê dike, dema li Parka Neteweyî ya Munzurê ji xwe ra digeriya, ji bo bêhnvedanê li texma Pireya Siliçê sekinî.
Tanişê ku li wê derê li derdora xwe dinerî dît ku li nava qada daristanê, kûzeyekê marekî reş girtiye û ber bi zinaran va hildikişe.
Tanişê ku maweyekê kûze şopand bi telefona xwe jî dîmenê wê kişand.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.