Jiyan

Li Tunceliyê bi çalakiyên çiyageriyê golên qeşayî yên 3 hezar mêtro bilindahiyê tên nasîn

Sidar Can Eren  | 14.08.2025 - Rojanekırın : 14.08.2025
Li Tunceliyê bi çalakiyên çiyageriyê golên qeşayî yên 3 hezar mêtro bilindahiyê tên nasîn

Tunceli

 Li Ovacixa navçeya Tunceliyê hezkiriyên siruştê bi saya çalakiyên çiyageriyê dikarin hilkişin lûtkeyên ku qasî 3 hezar mêtro bilind û golên qeşayî yên bêhempa bibînin.

Li Tunceliya ku bi siruşta xwe ya bêqisûr tê nasîn, werzîşên curbicur yên wek kano, raftîng, zîplîne, peraşûta berpalê û trekkîng tên kirin.

Li Ovacixê di van salên dawîn da çalakiyên çiyageriyê pêş ketine ku xêra vê digihêje nasandina golên qeşayî yên li çiyayên Munzur û Mercanê.

Geştiyar beşdarî geştên rojane dibin û bi wesayîtên ku ji bo wan hatine amadekirin va diçin çiyayan.

Li vir piştî rêwîtiyeke bizehmet xwe digihînin golên qeşayê yên 3 hezar mêtro bilindahiyê.

Geştiyar dîmenên der û dorê dikşînin, heywanên kovî yên wek hirç û bizinkoviyan dibînin.

Golên qeşayî yên Gola Reş, Kepir, Kanîhesen, Koç, Qatir û Mercanê jî li herêmê balê pir dikşînin.

Hakan Engînê hezkiriyê siruştê ji nûçegihanê AAyê ra got ew bi beşdarbûna tûrên geştyariyê yên li Tunceliyê va dema xwe xweş derbas dike.

Engîn heyraniya xwe ya ji bo Golên Qatirê anî ziman û wiha got: "Nebatên di golan da pir balkêş bûn û me kulîlkên bi rengên cuda dîtin. Çiya û zinarên li dora golan jî balkêş xuya dikirin."

Aysel Fox a ku 25 salan li Îngiltereyê jiyaye jî got wê biryar daye ku li bajarê xwe yê jidayikbûnê Perteka navçeya Tunceliyê bi cî bibe.

Umut Karabulut jî her wiha destnîşan kir ku golên qeşayî yên li Tunceliyê ji bo hezkiriyên siruştê cihên dîtinê ne.

Hasan Yildiz jî anî ziman ku divê siruşt bê parastin, çop û zibil neyên avêtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın