Jiyan

Li Tunceliyê berfa ewil a demsalê barî

Ji ber berfa bi qasî çar pêçî bariya rêya 31 gundên li ser bajêr ji çûn û hatinê ra hatin girtin.

Abdullah Tel  | 20.11.2020 - Rojanekırın : 27.11.2020
Li Tunceliyê berfa ewil a demsalê barî

Tunceli

 Berfa ewil a demsalê li Tunceliyê jî barî.

Şilopeya ji şevê va li ser bajarê di navbera çiyayên Munzur, Buyer, Sulvus û Yilanê da cî digire, dest pê kiribû ber destê sibehê cihê xwe ji berfê ra hişt. Bi barîna berfê va deverên bilin ên li navenda bajêr û navçeyên Ovacix, Pulumur û Xozat bi berfê çîl û spî bûn.

Li bajarê bi qasî çar pêçiyan berf barî hin wesayît di rê da man.

Ji ber barîna derfê rêya 31 gundî ji çûn û hatinê ra hatine girtin û ekîbên rêvekirinê jî ji bo kêmasiyek çênebe dest bi kar kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın