Jiyan

Li Tunceliyê koçer ji bo berxên xwe nobedê digirin

Koçerên ku 6 mehan li zozanan dimînin û paşê vedigerin germiyan niha ji ber ku dema bûyîna berxan e pir baldar in û dixebitin

Türkan Tosun,Elif Irmak   | 18.02.2021
Li Tunceliyê koçer ji bo berxên xwe nobedê digirin

Tunceli

 Li Çemîşgezeka navçeya Tunceliyê koçerên heywanan xwedî dikin niha ji ber çêbûna berxan kêfxweş in û gelekî dixebitin.

Li bajarê Tunceliyê ya di nav çiyayên Munzur, Yilan, Hel û Buyerê da ye kesên heywandariyê dikin bi zehmetî vî karî dikin.

Li Tunceliyê koçer ji bo berxên xwe nobedê digirin

Li Çemîşgezeka navçeya Tunceliyê koçerên heywanan xwedî dikin niha ji ber çêbûna berxan kêfxweş in û gelekî dixebitin. ( Sidar Can Eren - Anadolu Agency )

Koçer havînê derdikevin zozanên quntarên Munzur, Mercan, Sîlbus, Akbaba û Meydanê, dema hewa sar dibe jî vedigerin germiyan û heywanên xwe xwedî dikin.

Li Kiraçliya gundê navçeya Çemîşgezekê niha berxên pêz çêdibin ku ji ber vê ew li ber heywanên xwe nobedê digirin ku heywan bi rehetî bizên.

- Koçer ji ber berxa kêfxweş in

Koçer alîkariya pêz dikin ku ew telef nebin û pez bi rehetî bizên.

Hin caran 20 û 30 berx çêdibin ku gundî şev ranazên û wan dibin li cem maka wan ku ew şîr vexwin.

Berxên delal him rûyê koçeran didin kenîn û him jî dîmenên xweş derdixin holê.

Berx dê serê nîsanê ji şîr bên vekirin û wan berdin merayên şîn û hînê çêrînê bibin.

- "Dema berxikan berdidin ber diya wan dîmenên xweşik derdikevin holê"

Ji koçeran Seçkîn Ekîcî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku 20 sal e bi heywandariyê ra mijûl dibe.

Ekîcî behs kir ji bo ku ji heywanên xwe çêtir sûd wergire havînan wan derdixîne zozanan û got ku zivistanê jî li gundê Kiraçlarê heywanên xwe xwedî dike.

Ekîcî diyar kir ku aliyên dijwar û xweş ên heywandariyê heye û wiha axivî:

"Ji gundiyên me hin jê li Gola Bendava Kebanê masîgiriyê dikin hin jê jî dewar an jî pez xwedî dikin. Em havînan jiyaneke koçber didomînin û derdikevin zozanên li navçeya Ovacikê. Em payîzê jî vedigerin gundê xwe û jiyana xwe wir didomînin. Li gund ji ber ku vê demsalê di merayan da çêre kêm bûye em ka û ceh didin heywanên xwe."

Ekîcî got mihên wan dizên lewra karê wan giran bûye û dema berxên dibin dibîne gelekî kêfxweş dibe û wiha axivî: "Em berdêla keda xwe hildidin û bi malbatî ji bo van heywanan ked didin. Di nav mihan da hin jê bi zehmetî dizên. Ez şevekê saet 02.00ê da şiyar bûm û hatim hevşiyê û miha li ber zayînê û berxên wê mirin. Em rojê du caran berxan berdidin ber diya wan û ev dîmenên xweşik derdixîne holê."

- "Rojane kêmzêde 40-50 berx dibin"

Ugur Ekîcî jî qal kir ji ber ku heywandariyê dike kêfxweş e.

Ekîcî behs kir ku gelekî ji mihan hez dike û ji zarokatiya xwe va di nav vê karê da ye û wiha axivî:

"Heyama zana mihên me dest pê kir û niha berx dibin. Em sibehê zû radibin û tên hewşê û berxan berdidin ber diya wan ku şîr vexwin. Rojane kêmzêde 40-50 berx dibin. Van rojan karê me gelekî zêde ye lê em dema berxên xwe dibînin kêfxweş dibin. Ev kêfxweşî jî têrî me dike. Em ji bo ku berx bi diya xwe ra bigerin û avê vexwin carna wan berdidin zeviyên cehê. Berx dilîzin û hewayê distînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın