Abdullah Tel
18 Sibat 2021•Rojanekirin: 20 Sibat 2021
Li Erxaniyê di meha sibatê da darên behîvan kulîlik vekirin.
Li navçeyê germahiya hewayê gorî demsalê zêde bû û ji ber vê jî darên behivan ku lazim e 2 meh bi şûn va kulîlkan vekin ji niha va şîn bûn. Ji ber îhtimala qeşayê dibe ku hemû bişewitin.
Darên behîvan hersal di meha nîsanê da kulîlkan vedikin û germahiya hewayê îsal ji ber ku di meha sibatê da zêde bû daran jî kulîlik vekirin. Him welatî û him jî xwediyên darên behîvan li hemberî vê rewşê şaş û metel man.