İbrahim Atmaca
10 Adar 2019•Rojanekirin: 11 Adar 2019
Li Tunceliyê li Navenda Kaşûnê ya Ovacikê her çend meha adarê be jî kêf û şahiya xweşiqitandinê didome.
Ji ber ku cihê mayînê erzan e û pîstên navendê seba zarok û kaşûnhezên ecemî baş e, li navenda kaşûnê ya li navçeya Ovacikê ziyaretvan xalî nabin û her çend derbihar be jî xwe dişiqitînin.
Ji ber ku tavê dayê û dawiya hefteyê ye, ziyaretvanan berê xwe dan navenda kaşûnê û li 1500 raqimî di nav xweşikiyên siruştî da snowboard kirin û bi xizekê va xwe şiqitandin.
Wezareta Ciwanî û Sporê 4 sal berê bihayê 5 milyonî navend çêkir û ziyaretvan jê xalî nabin.
Antrenora kaşûnê Elîf Aşkinê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Navenda Kaşûnê ya Ovacikê zivistanê navenda cazîbeyê ya herêmê ye.
Aşkinê diyar kir ku navçe her demsal bi siruşta xwe va dertê pêş û wiha dewam kir, "Navenda Kaşûnê ya Ovacikê xweşikahiya xwe ya siruştî va merivan cezb dike. Ji ber vê ye ku her
sal zêdetir tê naskirin û zêdetir tê tercîhkirin."
Aşkinê diyar kir, her çend demsal adar be jî qalindahiya berfê û qelîteya wê pir baş e û wiha dewam kir, "Hewa pir xweş e. Em li benda hezjêkerên siruşt û kaşûnê ne ku werin vir. Pîsta me ya kaşûnê 1200 mêtre dirêj e û ji bo kaşûnhezên ecemî û perwerdeyê pir îdeal e."
Kaşûnhez Huseyîn Ekîcî jî got ku ew li Ovacikê heta meha nîsanê dikarin xwe bişiqitînin û wiha dewam kir, "Îsal berf pir barî û nahele jî. Navenda kaşûnê bi meşê 15 deqe dûrî navenda navçeyê ye. Em dawiya hefteyê piranî dema xwe li vê derê derbas dikin û bêhna me dertê."
Kaşûnhez Levent San jî got ku ew bi hevalên xwe ra hat navenda kaşûnê û bêhna wan pir derket.