Jiyan

Li Tunceliyê esnafan bi sedî 50 kapasîteyê va kargehên xwe vekir

Önder Beyter  | 02.03.2021 - Rojanekırın : 09.03.2021
Li Tunceliyê esnafan bi sedî 50 kapasîteyê va kargehên xwe vekir

Tunceli

 Li Tunceliyê bi pêvajoya asayîbûna bikontrol va kargehên wekî restoran, kafeterya, pastexane, qiraetxane û çayxaneyan bi sedî 50 kapasîteyê va dest bi xizmetê kir.

Li gorî nexşeya nirxandina rîska cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19), li Tunceliya ku neket nav bajarên ku rîska wan zêde ye, pêvajoya asayîbûna nû dest pê kir.

Li bajêr esnaf kêfxweş e ku piştî demeke dûr û dirêj ew ê dest bi xizmetê bikin. Lewma jî xwediyên kargehan sibehê zû rabûn û berê xwe dan kargehên xwe.

Xwediyên kargehan dê li gorî pêvajoya nû xizmetê bidin û di vê çarçoveyê da jî dê di navbera saet 07.00-19.00an da bi sedî 50 kapasîteyê va vekirî bin.

Xwediyê kafeyê Haydar Gul di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, ew gelekî kêfxweş e ku piştî demeke dirêj wî karegeha xwe vekir.

Gul got ku pêvajoya nû ya asayîbûnê li hemû esnaf bi xêr be û wiha dewam kir, "Înşelah herkesê qezenceke baş bi dest bixe û em ê jî zûtirekê ji belaya vîrusa koronayê xilas bibin. Ji xeynî vê em ê li kargehên xwe pabendî rêgezên hîjyen, maske û mesafeyê bibin. Her wiha em ji muşteriyên xwe jî dixwazin ku tedbîran cîbicî bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.