Abdullah Tel
20 Mijdar 2020•Rojanekirin: 27 Mijdar 2020
Berfa ewil a demsalê li Tunceliyê jî barî.
Şilopeya ji şevê va li ser bajarê di navbera çiyayên Munzur, Buyer, Sulvus û Yilanê da cî digire, dest pê kiribû ber destê sibehê cihê xwe ji berfê ra hişt. Bi barîna berfê va deverên bilin ên li navenda bajêr û navçeyên Ovacix, Pulumur û Xozat bi berfê çîl û spî bûn.
Li bajarê bi qasî çar pêçiyan berf barî hin wesayît di rê da man.
Ji ber barîna derfê rêya 31 gundî ji çûn û hatinê ra hatine girtin û ekîbên rêvekirinê jî ji bo kêmasiyek çênebe dest bi kar kirin.