Jiyan

Li Tirkiyeyê bajarê herî sar bişev di binê sifirê da bi 32 pileyî va li Agirî ye

Abdullah Söylemez, Selami Küçükoğlu, İlhami Erkılıç, Hüseyin Yıldız, Günay Nuh, Cüneyt Çelik  | 17.01.2022 - Rojanekırın : 18.01.2022
Li Tirkiyeyê bajarê herî sar bişev di binê sifirê da bi 32 pileyî va li Agirî ye

Erzurum

 Li Tirkiyeyê par germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da bi 34,5 pileyî va li Agiriyê hat pîvan. Li Agiriyê îşev jî termometreyan di binê sifirê da 32 pile nîşan da.

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî be, bişev û serê sibehê cî bi cî qeşa, cemed û mij û xumam wê çêbibe.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be.

Bişev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da bi 32 pileyî va li Agiriyê hat pîvan. Par di 23yê rebendanê da jî li Agiriyê di binê sifirê da 34,5 pile hatibû pîvan û bûbû bajarê herî sar.

Li bajarên din ên li herêmê jî sir û serma ye.

Bişev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Qersê 27, li Erziromê 19, li Erdexanê 16, li Îdirê 8, li Tuncelî û Erzincanê 7 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê pileyek, di binê sifirê da li Erdexanê 11, li Qers û Erziromê 7, li Agiriyê 6 pile, li Erzincan û Tunceliyê pileyek tê payîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın