Önder Beyter
25 Sibat 2018•Rojanekirin: 26 Sibat 2018
ERZURUM
Hat ragihandin ku tê texmînkirin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê şilope û berf wê bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê perçe ewrayî û car caran jî pir ewrayî be.
Li herêmê tê pêşbînîkirin ku di pileya germahiyê da guhertineke zêde wê çênebe û herwiha ji danê nîvro pê va li hêla rojava, ji nîvê şevê pê va jî li tevahiya herêmê dem demî şilope û berf wê bibare.
Li herêmê ba wê ji hêla başûr û rojavayê başûr nerm, car caran qewî rabe û herwiha germahî jî wê 2 an jî 6 pile di ser asta demsalê da be.
Li herêmê germahiya bi şev a herî nizim li Tunceliyê 1 û li Erzinganê sifir, di bin sifirê da li Erdexanê 14, li Qersê 13, li Agiriyê 6, li Erziromê 5 û li Îdirê jî pileyek hat pîvan.
Germahiya nava rojê jî tê texmînkirin ku li Îdirê 14, li Tuncelî û Erzinganê 10, li Agiriyê 5, li Qers û Erziromê 4, li Erdexanê jî pileyek be.
Qalindiya berfê li Erdexanê 8, li Qersê 3 û li Erziromê 2, li navendên kaşûnê li Erganê 96, li Palandokenê 60, li Sariqamûşê 58 û li Yalnizçamê jî 30 santîmêtro hat pîvan.
Rayedaran diyar kir ku li herêmê divê welatî û bi taybetî jî ajovan li hemberî cemed û hişkiyê baldar û bitevdîr bin.