Servet Taşdemir
15 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2022
Li Tetwana navçeya Bidlîsê keviyên Gola Wanê ji bermayikên avêtî, hatin paqijkirin.
Şaredariya Tetwanê xebata xwe ya paqijkirina derdora golê didomîne.
Bi alîkariya vîncê makîneya kar dahêjtin keviya golê û bermayikên ku lê kom bûbûn hatin derxistin
Şaredar Mehmet Emîn Geylanê anî ziman ku li hinek beşên peravê xebata paqijiyê dikin û û wiha pê de çû:
"Weku tê zanîn her sal çendîn caran bi mekîneyên kar em paqijiyê dikin. Peravên Tetwanê weke şiklê hilalê ye. Çop û bermayikên cihên şên ên li keviya golê, bi pêlan li li qadê qumê yên perava Tetwanê dicivin. Bi mebesta ji holêrakirina vê dîmena nexweşik em bi mekîneyên kar paqijiyê dikin."