Jiyan

Li Tekirdaxê nanê tendûrê lê dixe

Cebraîl Kiziltanê ji vir demekê berê ji Erdîşa navçeya Wanê barî Çerkezkoya navçeya Tekirdaxê kir li vê derê firin vekir û tehma nanê tendûrê pêşniyazî gelê Trakyayê dike.

Haydar Şahin  | 21.05.2020 - Rojanekırın : 22.05.2020
Li Tekirdaxê nanê tendûrê lê dixe

Tekirdağ

 Cebraîl Kiziltanê ji vir demekê berê ji Erdîşa navçeya Wanê barî Çerkezkoya navçeya Tekirdaxê kir li vê derê firin vekir û tehma nanê tendûrê pêşniyazî gelê Trakyayê dike.

Kiziltanê demekê berê ji Erdîşê barî Çerkezkoyê kir li Taxa Kizilpinarê Tendûra Dayîka Zayde vekir.

Kiziltan li vê derê nanê tendûrê yê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê welêt tê xwarin li tendûrê dixe û 3 jinan îstixdam dike.

Kiziltan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hem tehma nanê tendûrê bi gelê Trakyayê dide tehmkirin hem jî ji bo kesên rojhilatê welêt hatine hatin ku bixebitin dibe deriyê qezenckirina nan.

Kiziltan destnîşan kir ku li Çerkezkoyê gelek hemşehriyên wî dijîn û wiha axivî: "Em vê bi gelê Trakyayê jî didin tehmkirin. Li tendûra me jin dixebitin. Hem tevkariyê didin aboriya malên xwe hem jî nanê herêmên xwe li tendûrê dixin. Gel herêmê ji me hez kir û eleqeyê nîşan dide."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın