Jiyan

Li Sêwasê 2 TIR li hev qelibîn, kesek mir û 2 kes birîndar bûn

Serhat Zafer  | 26.02.2026 - Rojanekırın : 26.02.2026
Li Sêwasê 2 TIR li hev qelibîn, kesek mir û 2 kes birîndar bûn Serhat Zafer

Sivas

 Li Yildizeliya navçeya Sêwasê, 2 TIR li hev qelibîn û di encamê da kesek mir û 2 kes birîndar bûn.

TIRa Elmaddin Gurbanov (41) ê ji Azerbeycanê diajot ya plaqe 01 AG 477 û TIRa D.K. (23) diajot ya plaqe 06 BBD 21 di rêbejaya Sêwas-Tokatê da li tanga Derwazeya Çamlibelê li hev qelibîn.

Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, îtfaiye, polês û AFADê hatin sewqkirin.

Di qezayê da ajokar Gurbanov li cihê bûyerê mir, D.K. û O.Kyê (49) bi pê ra jî birîndar bûn.

Birîndar bi destê ekîbên tenduristiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Yildizeliyê hatin veguhestin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın