Li Stenbolê, jiyana rojane ji ber ba û bahozê asteng bû
Istanbul
Li Stenbolê ba û bahozê jiyana rojane asteng kir.
Li Aliyê Ewropa yê bajêr li Avcilar, Beylikduzu, Buyukçekmece û Esenyurtê demdemî bahoz radibe.
Li Beylikduzu li Taxa Adnan Kahvecî ji ber bayê ji banên xanîyan perçe ketin, 5 wesayitan da xisar çêbû.
Li Taxa Barişê jî cephê derva yê avahiyekî ket.
Li Esenyurtê kêliyên ku kuryeyan zehmetî kişand, motorsîklêtên wan qelibîn û esnafan tezgahên xwe dan hev bi telefonên destan hatin kişandin.
Li ser Kolana Gazî serbanê xaniyekî ket ser 3 wesayitên parqkirî, wesayitan xisar dît û rê ji çûndin û hatinê re hat girtin.
Ekîbên Şaredariya Esenyurtê yên piştî îxbarê hatin herêmê, xebatên xwe didomînin.
Li Aliyê Anadoluyê yê bajêr bayê gur bandor dike.
Li Beykoz, Uskudar, Çekmekoy, Sancaktepe, Sultanbeyli û Kartalê bandora bahozê dewam dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
