Li Stenbolê Dozgerê Komarî Ercan Kayhanê ku li xwaringehê kêr lê xistin, canê xwe ji dest da

Istanbul
Dozgerê Komarî Ercan Kayhanê li Dadgeha Stenbolê wezîfedar dema li xwaringehê nan dixwar, ji ber ku kesekî kêr lê xist, canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, li xwaringeheke li taxa Omerliya ser bi navçeya Çekmekoyê, saet derdora 21.15an, M.C.Gyê ku di navbera wan da dijmindarî hebû hat cem Kayhan.
Gumanbar, Kayhan ji qirika wî kêr kir û wî bi giranî birîndar kir.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û dozger Kayhan rakirin nexweşxaneyê.
Polîsan M.C.Gyê gumanbar binçav kir.
Serdozgeriya Komarî ya Anadoluyê ya Stenbolê derbarê bûyerê da lêpirsîn da destpêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.