Li Stenbolê di operasyona li dijî DEAŞa rêxistina terorê da 110 şikbar hatin girtin
Istanbul
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand di operasyona li dijî DEAŞa rêxistina terorê da 110 şikbarên ku jê 41 bi endamên DEAŞê yên li Yalovayê ra têkildar in, hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê da hat gotin, Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê telîmat da Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê ku der barê endam û çalakiyên DEAŞa rêxistina terorê da lêpirsîn bê meşandin û ew bên eşkerekirin.
Hat destnîşankirin, di lêpirsînê da hat tesbîtkirin ku kesekî bi navê M.Y. li Stenbolê wekî alîgirê rêxistina terorê qaşo mamostetî û serokatiya rêxistinê dike, dersan dide, sohbetên neqanûnî dike û bi rêya çalakiyên neqanûnî yên mescidan va hewl dide ku ji rêxistinê ra endaman peyda bike.
Hat gotin 110 şikbarên DEAŞî hatin girtin ku di nav wan da 41 kes bi şikbarên di operasyona li dijî DEAŞa rêxistina terorê ya duh ya li Yalovayê hat kirin da hatin girtin ra têkildar in û plan dikirin ku li Stenbolê di sersalê da êrîşan bikin.
Li navnîşana şikbaran gelek materyalên dijîtal û belgeyên rêxistinî hatin bidestxistin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
