Li Stenbolê di operasyona dijî qaçaxçîtiya berhemên dîrokî da 15 şikbar hatin girtin
Istanbul
Li Stenbolê di operasyona dijî qaçaxçîtiya berhemên dîrokî da 15 şikbar hatin binçavkirin û 6 hezar û 202 berhemên dîrokî hatin bidestxistin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr dijî qaçaxçîtiya berhemên dîrokî xebat dan destpêkirin.
Di çarçoveya xebatê da li 17 navnîşanên cuda yên li Fatîh, Maltepe, Bakirkoy, Kartal, Uskudar, Gazîosmanpaşa û Bayrampaşayê du mehên dawîn da operasyonên hatin kirin û 15 şikbar hatin binçavkirin.
Di lêgerînan da 552 sikkeyên ji heyama Osmaniyan, Roma û Bîzansê, şûrên efseran ên ji sedsala 17,18 û 19emîn, madalya, kûm, tivingên kelehan, ferman û nivîsên bi Osmanî, îkon, wêne û dîmenên li dêran di îbadetan da hatine bikaranîn, hatin bidestxistin.
Ji bilî van, di operasyonan da parçeyên heywanên kovî, çermê maran, postê xezalan, pencê tîmsahan, gelek tizbî, gerdanî, şeh û firçeyên ku ji diran û qoçên heywanan hatine çêkirin, hatin bidestxistin.
Ji şikbarên ku hatin binçavkirin jê der barê 3 kesan da tevdîra kontrola edlî hat dayîn, karên 12 şikbaran jî li ewlehiyê dewam dike.
Hat ragihandin 6 hezar û 202 berhemên ku hatine bidestxistin wê teslîmî Midûriyeta Parkên Neteweyî û Parastina Siruştî û muzeyan bên kirin.
Berhemên ku hatine bidestxistin li Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê ya li Kolana Vatanê hatin nîşandan.
Midûrê Ewlehiya Stenbolê Selamî Yildiz li wir, ji personelan der barê operasyonê da agahî hilda.
Yildiz piştî lêkolîna berheman ji ber xebatên wan spasiya ekîban kir.
