Jiyan

Li Stenbolê barana zêde di hatin û çûyînê da bû sedema tengasiyê

Ekip  | 11.01.2026 - Rojanekırın : 11.01.2026
Li Stenbolê barana zêde di hatin û çûyînê da bû sedema tengasiyê

Istanbul

Li tevahiya Stenbolê ji ber barana zêde rê şemitîn, şofêran bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin û li Maltepeyê jî wesayîtek welgeriya.

Piştî hişyariya meteorolojiyê, barana zêde barî û bayekî xurt çêbû.

Bi barana zêde va li hin navçeyan dengê guregura esmanan hat û birûsk çêbû.

Ji ber ku li ser rêyan av zêde bû, şofêran wesayîtên xwe bi baldar û hêdî ajotin.

Peya ji ber golên avê bi zehmetî meşiyan.

Li Meydana Taksimê welatiyan xwe avêtin li bin banê kargehan ku xwe ji baranê biparêzin.

Li Arnavutkoyê, li Taxa Taşolukê li Kuçeya Melîkoglu malek di bin avê da ma.

Li tevahiya bajêr li hin taxan hin mal û kargeh di binê avê da man.

Li Maltepeyê, li Taxa Zumrutevlerê jî wesayîtek li ser rêya Buyukbakkalkoyê ji ber baranê şemitî û welgeriya.

Ekîbên agirkujê kesên ku di wesayîtê da asê man derxistin û ew bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.

Li Sîteya Pîşesaziya Wesayîtan a li Bahçelîevlerê jî kargeheke ku wesayît lê tên temîrkirin di binê avê da ma.

Li Bahçelîevler, Bagcilar, Uskudar û Ataşehîrê jî rê di binê avê da man û welatiyan ji ber baranê tengasî kişand.

Dîmenê ronahiya ku ji ber birûskê çêbû ya li ser Pireya Şehîdên 15ê Tîrmehê jî bi telefona destan hat qeydkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın