Jiyan

Li Stenbolê li 5 navçeyan dibistan ji bo sibê hatin tetîlkirin

Rüveyda Mina Meral  | 02.01.2026 - Rojanekırın : 03.01.2026
Li Stenbolê li 5 navçeyan dibistan ji bo sibê hatin tetîlkirin

Istanbul

 Walîtiya Stenbolê ragihand ku li navçeyên Sariyer, Beykoz, Şîle, Kagithane û Beşîktaşê bi biryara qaymeqamtiyan ji bo sibê navber dan fealiyetên "perwerdeya rû bi rû".

Di daxuyaniya walîtiyê da ev hatin gotin:

"Li navçeyên Sariyer, Beykoz, Şîle, Kagithane û Beşîktaşê hemû dibistanên fermî û taybet, navendên perwerdeya gel, enstîtuyên gihandinê, kursên hîndekariyê yên taybet, kursên ajokariyê, navendên rehabilîstasyonê û perwerdeya taybet, kursên piştgiriyê yên li dibistanên fermî û kursên teqwiye yên dibistanên taybet jî di nav da hemû saziyên perwerdeyê fealiyetên perwerdeya rû bi rû bi biryara qaymeqamtiyê di 2yê rêbendana 2026an da ji bo rojekî hatin tetîlkirin."

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li navçeyên navborî xazî, xaziyên malûl, astengdar, ducanî û xebatkarên jin ên ku zarokên wan ên 8 salî biçûktir hene yên di saziyên kamuyê da dixebitin jî dê bi îzna îdarî bên hesibandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın