Jiyan

Li Şirnexê zarokan bi kîsikên plastîk û sêniyan xwe li ser berfê şemitand

Ekrem Payan, Ayhan Babat  | 03.01.2026 - Rojanekırın : 07.01.2026
Li Şirnexê zarokan bi kîsikên plastîk û sêniyan xwe li ser berfê şemitand

Şırnak

 Li Şirnexê zarokan bi kîsikên plastîk û sêniyan xwe li ser berfê şemitand û kêf kirin.

Piştî pênc rojên barîna berfê ya bênavber li bajêr zarokan ji hewaya tavî sûd wergirtin û bi torbeyên plastîk û sêniyên di destên xwe da li taxan kom bûn û xwe şemitandin.

Welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe û li ber mal û kargehên xwe paqij kirin.

Botan Olkerê yek ji zarokên ku li taxa Aydinlikevlerê bi kaşûnê dema xwe derbas kir, got ku wan di betlaneya berfê da bi hevalên xwe ra şerê gogên berfê kirin û bi kaşûnê gelekî şa bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın