Li Şirnexê wesayîta ticarî ya sivik û tirek li hevdu qelibîn, di qezayê da 5 kes birîndar bûn
Şırnak
Li Îdila navçeya Şirnexê wesayîta ticarî ya sivik û tirek li hevdu qelibîn, di qezayê da 5 kes birîndar bûn.
Tira bi plakaya 72 KC 907 ya ku Mehmet B. diajot û wesayîta ticarî ya sivik ya bi plakaya 47 LJ 017 ku Şukru T. diajot, li xaçerêya gundê Magarayê li hevdu qelibîn.
Di qezayê da ajokar, Kadife A. Hayrettin Î. û Emîn Ayê di wesayîta ticarî ya sivik da bûn, birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê ekîbên 112a Servîsa Acil, agirkujî, cendirme û polêsan hatin cihê bûyerê.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdilê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
