Li Şirnexê mîkrobus qulibî şerempolê 2 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn
Şırnak
Li Cizîra navçeya Şirnexê mîkrobusek qulibî şerempolê, 2 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Mîkrobusa bi plaqeya 06 MD 4875 ku hê nasnameya ajokarê wê nayê zanîn û welatiyên Iraqê vediguhast li ser rêbeja D-400ê, li texma gundê Yolaçanê qulibî şerempolê.
Di qezayê da ajokar û 7 kesên di nava wesayitê da birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên Tenduristiya Acil a 112ê, cendirme û îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Cizîr û Hezexê.
Ji birîndaran 2 kes tevî hemî midaxeleyan mirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
