Li Şirnexê li 4 gundan nivîsgeha muxtartiyê hat çêkirin

Şırnak
Li Şirnexê li 4 gundan nivîsgeha muxtartiyê hat çêkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku nivîsegehên muxtartiyê yên ku Îdareya Taybet a Parêzgehê li gundên Geçitboyu, Îkizce, Kizlisi û Kayaboyunê yên ser bi navendê, çêdikirin qediyan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nivîsgehên ku ji bo ku muxtar karibin xizmeteke çêtir bidin welatiyan û karûbarên gundan bi bandortir birêva bibin hatin çêkirin, di nava wan de jî hemî kelûpelên pêwîst hatin danîn.
Didaxuyaniyê da her wiha hat gotin ku di nava wan da qada xebatê, beşa çaverêkirinê heye û binesaziya teknolojîk a pêwîst di xwe da dihewîne. Bi awayekî ku gundî bikarin karûbarên xwe li muxtartiyê zû û bi asanî çareser bikin, hatin çêkirin. Nivîsgehên nû yên muxtartiyê ji bo karûbarên îdarî li gundan hêsan bibe û muxtar têkiliyên nêzîktir bi welatiyan ra daynin hatine çêkirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.