Li Şirnexê kundê baskşikestî tê dermankirin
Şırnak
Li Uludereya navçeya Şirnexê kundê baskşikestî hat dîtin, tê dermankirin.
Li gundê Ortabaxê, kundê birîndar hat dîtin birin Navenda Tenduristiyê ya Malbatê.
Li vir hekîmê malbatê Seher Sena Elagoz, kund miayene kir û tespît kir ku baskê wê şikestî ye.
Li ser agahdarkirinê ekîbên Parastina Siruşt û Parkên Neteweyî kundê birîndar ji bo dermankirinê birin Yekeya Dermankirinê ya Heywanên Kovî û Rehabilîtasyonê ya Şirnexê.
