Li Şirnexê daretûya 402 salî ya di nava hewşa dêrê da hat kesixandin

Şırnak
Li Hezexa navçeya Şirnexê daretûya 402 salî ya di nava hewşa Dêra Dayê Meryemê da tê kesixandin.
Daretûya di nava hewşa dêrê da ku 402 salî ye, newqa wê 100 santîmetro, qebareya serşax 10 metro û qama wê 8 metro ye, par ji aliyê Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherankariya Avûhewayê va weke "Dare Bîreweriyê" hatibû tescîlkirin.
Ekîbên Rêveberiya Çandinî û Daristanan çiqliyê darê dikesixînin ku heta 5 salan li xwe bixe û ber bide.
Rêveberê Çandinî û Daristanan ê Parêzgehê Oktay Sezigîn ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku dara ku par hat tescîlkirin temenê wê 402 sal e.
Şemûn Gosterîşê berdêrk jî destnîşan kir ku dara navborî ev bi qasî 4 sedsalan e dijî û bi serê xwe dîrokek e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.