Li Şirnexê 5 tevinkarên jin, destê xwe avêtine vejandina qumaşê "şal û şapik"ê

Şırnak
Li Şirnexê 5 tevinkarên jin, ji bo vejandina şal û şapikan li ser tevnê ne.
Li Şirnexê 5 jinên ku di bin banê Navenda Perwerdeya Gel da, 4 salan weke fêrkarên pispor xebitîn, dema kursa wan hate girtin, beriya salekê biryar dan ji bo çêkirina qumaşê şal û şapikan atolyeyekê ava bikin.
Jinên navborî di nava komelgeha Zanîngeha Şirnexê da li cihekî bi qasî 500 metreçarçik ku ji wan ra hat veqetandin, êdî qumaşê şal û şapikan, ku berê li tevnên malan dihatin ristin lê niha gelekî kêm bûne, dirêsin.
Qumaşê ku zivistanê germ û havînan jî hênik digire, ji mûyê bizanan tê çêkirin, pêşî bi awayekî siruştî bi boyaxa kokê tên rengînkirin û li ser tevnan tê rêsin.
- "Qumaşê me yê ku hilberîna wê dijwar e, ji 15 qonaxan ra derbas dibe"
Esma Arikan a yek ji fêrkarên hoste, ji nûçegihanê AAyê ra destnîşan kir ku piştî ku 4 salan weke fêrkara hoste xebitî, piştî ku kursa wan hat girtin, biryar dane atêlyeyekê ji xwe ra deynin.
Arikanê diyar kir ku ji van qumaşan cil û bergên mêran tên çêkirin û weke îro di dawet û şahiyan da tên lixwekirin û got, "Qumaşê ku em çêdikin, em li gorî siparişên ji nav welêt û dervayî welêt hildiberînin. Ji ser platformên medyaya civakî va, gelek sipariş ji me ra tên. Me bi kargoyê sipariş şandine Iraq, Almanya, Hollanda û Belcîkayê.
Arikanê wiha pê da çû:
"Qumaşê me yê ku hilberîna wê dijwar e, ji 15 qonaxan ra derbas dibe. Em qumaşên rengorengo çêdikin, bi qasî 10 rengên me yên weke reş, şîn, xakî û kesk hene. Em hewl didin vê mîrata ku dike ku bê jibîrakirin vedijînin. Înşelleh emê atolyeya xwe hê pêşvatir bibin. Çêkirina vî qumaşî bi qasî mehekê diajo. Bi dahata wê jî em dibin piştevanê aboriya malbatê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.