Jiyan

Li Şirnexê di remezanê da şêraniya luzîneyê pir tê xwarin

Ekrem Payan  | 10.04.2022 - Rojanekırın : 16.04.2022
Li Şirnexê di remezanê da şêraniya luzîneyê pir tê xwarin

Şırnak

 Li Cizîra navçeya Şirnexê şêraniya luzîneyê ya ku par ji hêla Saziya Marqe û Patentê ya Tirkan va hat tescîlkirin, di meha remezanê da li ser sifreyan cihê xwe digire.

Bi hewldana Qaymeqamtiya Cizîrê û xebatên Midûriya Çandinî û Daristanan a Navçeyê ev şêranî par hatibû tescîlkirin ku di remezanê da pir tê xwarin.

Endezyarê Midûriya Çandinî û Daristanan a Navçeyê Mehmet Murşît Munîs ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ev şêranî di meha remezanê da gelekî tê xwarin, lê di dewatan da jî dibin mala bavê bûkê.

Munîs got ji bo çêkirina vê şêraniyê şekir, gûz, îrmîk, ard û rûn hewce dike û wiha axivî: "Şêraniya me di nav 15 deqîqeyan da amade dibe. Qasî 3-4 saetan disekine û paşê tê birîn. Di mitbaxa me da şêraniyeke navdar e, gelekî tê xwarin û navê wê bi navçeya me ra tê bilêvkirin."

Ramazan Îrciyê pastexaneya wî heye jî got ew rojê tepsiyek an jî duduyan difroşin lê di meha remezanê da heta 50 tepsiyan tê firotan.

Îrcî got ew ji navçeyên din ra û Şirnexê ra jî dişînin û gel di fitarê da dixwe.

Ji welatiyan Serhat Aksoy jî got ew şêraniya luzineyê pir hez dike û ji her kesî ra pêşniyar dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.