Şırnak
Barana gur li beldeya Kasrîkê ya Şirnexê û li navçeya Hezexê (Îdîl) tengasî da kişandin.
Li bajêr pêr va baran dibare û ji ber baranê bişev li beldeya Kasrîkê û li gundê Oyaliyê ava robaran ser ra avêt û hin xanî, tewle, hevşiyên beldeyê di binê avê da man, rêya gund jî tep bû.
Li ser êxbarê ekîbên AFAD, Rêbej, DSÎ, Midûriya Bajêr a Çandinî û Daristanê, îtfaiye, Îdareya Taybet a Bajêr û cendirme sewqî herêmê kirin.
Ekîbên cendirme û AFADê welatiyên ku di xaniyan da mehsûr man, texliye kirin.
Makîneyên kar ên Îdareya Taybet a Bajêr jî li heriya beldeyê û ya derdora robaran paqij kir.
Li gor tesbîtê di goman da 85 serî pez mirar bûn û mozên 10 kewaran hişk bûn, 4 hevşiyan zirar dît.
Parlamenterê Şirnexê yê AK Partiyê Arslan Tatar çû beldeya Kasrîkê, bi welatiyan ra hevdîtin kir, der barê xebatan da agahî hilda.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr jî li gundê Oyaliyê ji bo temîrkirina rêya tepbûyî xebat da destpêkirin.
Ji bo tesbîtkirina xesara li gund ekîbên Midûriya Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê û AFADê xebat da destpêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
