Li seranserê welêt germahî ewê ji 4 heta 10 pileyan dakeve
Ankara
Bi sedema girseyeke hewayî ya sar ku ji Sîbiryayê derdikeve û ji ser Deryaya Reş va tê, li seranserê welêt germahî ewê ji 4 heta 10 pileyan bê xwar.
Pisporê pêşbîniya hewayê li Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Cengiz Çelik, li ser rewşa hewayê, ji nûçegihanê AAyê nirxandin kir.
Çelîk diyar kir ku li Stenbolê berf nayê çaverêkirin û dê bi baranê be û got ku di roja sersalê da jî li bajêr berf nabare.
Çelîk destnîşan kir ku ew li bendê ne ku sibê li Enqereyê baran bibare û her çend ne pir be jî, di dawiya hefteyê da jî berf bibare û herwiha got ku dibe li hin deverên navçeyên bakurê Enqereyê û derdora Kizilcahamamê berf hinekî girantir be.
Çelîk destnîşan kir ku ji sibê pê va li Îzmîrê di 3-4 rojên pêş da baran nayê çaverêkirin û dê hewayeke nîv ewrî yan pir ewrî hebe.
Çelîk anî ziman ku welat dê ji sibê pê va têkeve bin bandora sîstemeke bi baran û sar a ku ji Sîbiryayê derdikeve û ji ser Deryaya Reş tê. Herwiha germahî dê hêdî hêdî ji 4 heta 10 pileyan dakeve.
Çelik tekezî kir ku hewaya sar dê bibe sedema berfê, bi taybetî li hin deverên herêma Deryaya Reş, rojhilatê Anadoluya Navxweyî û rojhilatê Anadoluyê pir zêde be.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
