Li ser Otorêya Anadoluyê li derwazeya Duzceyê mijê tesîra xwe nîşan da
Düzce
Li ser Otorêya Anadoluyê li derwazeya Duzceyê ji ber mijê mesafeya dîtinê kêm bû.
Li ser Otorêya Anadoluyê ku ji guzergehên di nav Stenbol û Enqereyê da ye, li tanga Duzceyê mij çêbû.
Li ser otorêyê li deverên gîşeyên Duzce, Beykoy, Sînîrcî û Golyakayê ji ber mijê ajokaran bi baldarî wesayîtên xwe ajotin.
Ji xeynî van li hin deverên Rêya Gîhanekê ya Xaniyên Mayînde, rêbejaya D-100ê û Rêya Dewrûberê ya Bakur jî mij derket.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
