Jiyan

Li ser Gola Çildirê ya beşek bi qismî cemed girt kelecana xizeka hespan dest pê kir

Cüneyt Çelik  | 17.12.2025 - Rojanekırın : 17.12.2025
Li ser Gola Çildirê ya beşek bi qismî cemed girt kelecana xizeka hespan dest pê kir

Kars

 Li Gola Çildirê ya ku dikeve ser sînorê Qers-Erdexanê û bi tesîra sir û seqemê beşek jê qerimiye, xizekvanan dest bi fealiyetên xwe kirin û li ser cemedê kêfa safariyê bi turîstan didin hîskirin.

Beşeke rûberê Gola Çildirê ya ku dikeve ser sînorê Qers-Erdexanê û her wiha piştî Gola Wanê, duyemîn gola herî mezin a Herêma Rojhilatê Anadoluyê ye, bi tesîra sermayê qerimî. Piştî barîna berfê jî tebeqeya cemedê dîmeneke sipehî derxist holê.

Bi qerimîna golê ra stûriya cemedê gihîşt bi qasî 15 santîmetreyî û kesên derketin ser cemedê, wextekî xweş borandin.

Turîstên xwemalî û biyanî yên ku ziyaretvanên ewil ên sezonê ne, kêfxweşiya xwe anîn ziman ku îsal sezonê zû dest pê kir û ew li xizekan siwar bûn.

Li ser cemeda golê hin turîstan govend gerandin û hinekan jî dans kir û bi vî awayî kêf kirin.

Davut Taşdemirê ku li ser Gola Çildirê xizekvaniya hespan dike ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li Gola Çidirê ya ku duyemîn gola herî mezin a Herêma Rojhilatê Anadoluyê ye, tûrên xizekên hespan dest pê kirin.

Taşdemir wiha axivî, "Em bi hespan derketin ser golê û me guzergeha xizekan kifş kir, pirsgirêk tuneye, me mişteriyên xwe gerandin. Sezon vebû, em li benda mişteriyên xwe ne. Li vir em 3-4 mehan xizmetê didin."

Ecrîn Yuksela ji Stenbolê hatiye jî diyar kir ku wê li ser cemedê dans kir û kêf kir.

Burak Necmi Yukselê ji Duzceyê hatiye jî diyar kir ku wan ji zû da tetîla Qersê plan kiribû û wiha got, "Qerimîna Gola Çildirê bû surprîz, her tişt pir xweş e, ez kelecanî me."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın