Li ser çil û çiyayên Rojhilatê Anadoluyê ekîb şev û roj rêyan vedikin
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ku zivistana wê dijwar derbas dibe, ji bo ku welatî di çûyîn û hatinê da tengasiyê nekişînin, ekîb li ser kar in.

Erzurum
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ku zivistana wê dijwar derbas dibe, ji bo ku welatî di çûyîn û hatinê da tengasiyê nekişînin, ekîb li ser kar in.
Li Erziromê hefteyek e bi navber berf dibare û carinan gur dike. Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin li nav bajêr û deverên çiyayî li ser kar in û berfê davêjin.
Ekîb li 640 deverên 20 navçeyan şev û roj ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Ekîb bi gelek makîneyên kar va ji bo vekirina rêyên ku bi temamî 4 hezar û 200 kîlomêtre ne, hem li navenda bajêr hem jî li deverên gundewar dixebitin ku di çûyîn û hatinê da tengasî çênebe.
Ji aliyê din va li deverên çiyayî yên Qers, Agirî, Îdir, Erdexan, Erzincan û Tunceliyê jî ekîb bê navber dixebitin û rêyan vedikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.