Jiyan

Li Şemzînanê gel heywanên xwe derxist zozanan

Li Şemzînana navçeya Hekariyê hewa êdî germ bûye û heywandar pezên xwe derdixin zozanan

Haydar Şahin   | 14.05.2019
Li Şemzînanê gel heywanên xwe derxist zozanan

Hakkari

Li Şemzînana navçeya Hekariyê hewa êdî germ bûye û heywandar pezên xwe derdixin zozanan.

Li Şemzînanê zivistan giran û dirêj derbas dibe ji ber vê heywandar bi hatina biharê gelekî kêfxweş bûn.

Welatiyên ku li navçeyê heywandariyê dikin bi germbûna hewayê pez û dewarên xwe derxistin çêreyê.

Îsa Yalçinê heywandar daxuyanî da û diyar kir ku bi germbûna hewayê êdîheywanên xwe derdixin zozanan û wiha axivî: "Meha remezanê ye û em bi rojî ne. Loma gelekî zor e lêbelê em jî mecbûr in. Em debara xwe bi heywandariyê dikin. Em saet 06.00ê ber destê sibê derketin zozanê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın